Giliyekî din ê polêsan li dijî Şenyaşarê

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:20

  • Emîne Şenyaşar kete ber lêpirsîneke din. Li Pirsûsa Rihayê, 14’ê Hezîrana 2018’an, parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên Emîne Şenyaşar û hevjînê wê qetil kiribûn

Emîne Şenyaşar kete ber lêpirsîneke din. Li Pirsûsa Rihayê, 14’ê Hezîrana 2018’an, parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên Emîne Şenyaşar û hevjînê wê qetil kiribûn. Ew ji 247 rojan ve tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar

Nobeta Edaletê li ber avahiya Edliyeya Rihayê digire. 

Emîne Şenyaşar ji ber gotinên di Nobeta Edaletê de ketibû ber lêpirsînê. Emîne Şenyaşar ji bo îfadedayînê çû Midûriyeta Polêsan a Pirsûsê û doh neçû pêşiya dadgehê.

Bi îddîaya ku Emîne Şenyaşar di roja 24’an a çalakiyê de heqaret li polêsan kiriye, ketibû ber lêpirsînê.

Berê jî bi hinceta ku heqaret li parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, doz lê hatibû vekirin. Di heman demê de hinceta ku heqaret li Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû kiriye ketibû ber lêpirsînekê û bi hinceta ku heqaret li polêsan kiriye jî Emîne Şenyaşar ketiye ber 3 lêpirsînan.

Malbatê doh li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir û got, “Dayika ku ji bo zarokên xwe yên li nexweşxaneyê hatibû qetilkirin û ji bo yê di hepsê de edalatê dixwaze, li midûriyeta polêsan îfadeyê dide. Kesên qetlîam kirine jî tên parastin. Nobeta me ya edaletê ya li pêşiya dadgehê di roja 246’an (îro 247) de didome. Tirkiye û Meclîsa wê li hemberî vê zilmê bêdeng in.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.