- Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi sedema di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de fikarên der barê tenduristiya Rêber Apo de zêdetir bûne, wan miracaetî DMME'yê kiriye.
Parêzerên Rêber Apo bi sedema fikarên der barê rewşa muwekîlê xwe de miracaetî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kir.
Di daxuyaniyê de tevî Rêber Apo, rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê jî tê destnîşankirin û tê gotin, qedexeyên danûstandinê yên bi biryarên li dijî hiqûqê û bi hincetan têne bicihanîn bi hêla Covîd-19'ê ve ketiye halekî girantir û dibe sedema fikaran.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku ji bo tevdîran parêzeran 19´ê Hezîranê miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk kiriye. Lê belê Dadgeha Destûrê 22´yê Tîrmehê bersiv da vê miracaetê û got, ew rewşeke bi fikar nabîne. Bi vî awayî jî miracaet red kiriye.
Rêber Apo îşaret bi rîskan kiribû
Parêzer di daxuyaniya xwe de cezayên disiplînê yên li Rêber Apo hatine birrîn û kirinên ne qanûnî jî bi bîr dixin û dibêjin, bi vî awayî yaseyên xwe bi xwe jî tine dihesibînin.
Daxuyanî weha didome: "Têkilî pandemiya Covîd-19'ê beyannameya rêgezan a Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) û CPT'yê ya ku di şertên pandemiyê de li girtîgehan were bicihanîn, tên zanîn. Her wiha Wezareta Dadê jî li ser vê mijarê biryarên bi wesfê tevdîrê standin û bicihanîn didome. Tenê 27'ê Nîsana 2020'an bi encama zexta zêde ya raya giştî de li Hepsa Imraliyê axaftina bi telefonê ya pêşî û tekane ya 20 deqeyan pêk hatibû. Birêz Ocalan di wê hevdîtinê de gotibû, 'niha rewşa me baş e, lê piştre wê çi bibe nizanim' û bal kişandibû ser rîskên pêkan. Jixwe, piştî wê rojê destûrê nadin ti derfeteke danûstandinê."
Gotinê xwe pêk neanîn
Di daxuyaniyê de gotina par a Wezareta Edaletê tê bibîrxistin ku gotibû, li Imraliyê di mijara hevdîtina malbat û parêzeran de ti astengî nîne, û tê pirsîn, ev yek çiqasî hate pêkanîn? Paşê jî weha tê gotin: "Çawa ku piştî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtina bi parêzaran û şûn de ti hevdîtineke din pêk nehat, dîsa muwekîlên me yên din ên li gel Birêz Ocalan ên li Hepsa Imraliyê tên ragirtin, qederê 5 sal in ti hevdîtinek bi parêzerên xwe re nekirine. Ev mijar tenê bi Îmraliyê ve ne girêdayî ye, belku mijara mafê mirovan, hiqûqa demokratîk û têkoşîna siyaseta demokratîk e jî. Wiha dixuyê ku bêhiqûqî û kêfiya ku li Îmraliyê neyê astengkirin, wê li ti deverên din jî neyên astengkirin."
Divê DMME biryara xwe bide
Parêzer di daxuyaniya xwe de wisa jî bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dikin: “Divê DMME rê nede sîstema êşkencê ya kêfî û dewam dike. Berovajî DMME’yê girêdayî peymana avakirinê û felsefeya xwe wê rê li ber nebaweriya wê derkeve pêş. Ji bo vê, biryara ku DMME bide wê tenê bi Imraliyê re sînordar nemîne, wê bibe biryareke derbarê sînordarkirin an jî belavbûna bêhiqûqî û kêfîbûnê.
Daxwaza me ji DMME’yê li gorî peymana avakirina xwe di çarçoveya nêzîkatiyên dijî mirovî û qedexekirina peywendiyan ên di demê pandemiyê de giran bûne, bi lezgîn bigire û biryara xwe ya tedbîrê bide. Em vê serlêdana xwe pêşkêşî hemû raya giştî û hestyar dikin.”
ANF/STENBOL