• Hiqûqnas Derya Mihemed: Bi riya wezîrê Derve yê Iraqê dikarin mijarê bibin Neteweyên Yekbûyî (NY) û li serê biryareke navneteweyî bidin. Lê, xemsarî û bêdengiya Kurdan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê wiha kiriye ku ev êriş her dewam bikin.

Hiqûqnasên Herêma Kurdistanê didin zanîn ku Kurd li qada navneteweyî û li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) dikarin giliyê êriş û bombebaranên dewleta Tirk bikin û mijara destdirêjiya dewleta Tirk bikin mijareke cîhanî.

Li gorî hiqûqnasan parlamen û hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê, bêhelwest in.

Hiqûqnas û Xwendekarê Masterê Derya Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk dibêje, “Bombebarandina li Şengalê, Nexweşxaneya Şengalê û herêma Pênciwênê li gorî yasaya navneteweyî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Ji ber ku serweriya dewletan heye, lê niha tê binpêkirin. Lewma pêwîst e dewleta Iraqê dengê xwe bike û bibe xwedî helwêst. Herwiha Serokomar û Wezîrê Derve ku Kurd in, kar bikin û hewldanên cidî bikin.”

Ne bi destê xwe ne

Derya Mihemed bi bîr dixe ku di heman demê de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelekî bêdeng e û wiha wiha dipeyive: “Divê daxuyanî û axaftina xwe hebe, bibe xwedî helwêst. Li gel vê jî Parlamena Herêma Kurdistanê bêhelwêst e ku xaka welatê wî tê bombebarankirin. Dest ji partiyên desthilat berdin. Ji ber çi ew hêzên din bê helwêst in? Partiyên Îslamî çima ji bo welatên din ên Misilman dengê xwe dikin, lê pirraniya Kurdan Misilman in û endamên partiyên Îslamî ne, lê helwêsta wan nîne.”

Meqamên xwe bi kar naînin

Derya Mihemed dibêje, bi rêya parlamena Herêma Kurdistanê, ew dikarin bi biryar yan qanûnê hikûmetê neçar bike ku têkildarî êriş û dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê bibe xwedî helwêst: “Dikare peywendiyên siyasî û aborî yên li gel Tirkiyeyê bibirre. Ev yek jî wê ziyaneke mezin a aborî bide Tirkiyeyê. Herwiha bi riya wezîrê Derve yê Iraqê dikarin mijarê bibin Neteweyên Yekbûyî (NY) û li serê biryareke navneteweyî bidin. Lê, xemsarî û bêdengiya Kurdan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê wiha kiriye ku ev êriş her dewam bikin. Erdogan ji me re dibêje ji bo kuştinê, dewleta Tirk cudaxwaziyê naxe nava Kurdan. Lê hinekan ji me, bi kar tîne.”

Bêdengî dike ku êriş dewam bikin

Xwendekara Beşê Hiqûqê yê Zanîngeha Koyeyê, Evîn Cîbraîl jî dibêje, li gorî qanûnê Herêma Kurdistanê ser bi Iraqê ye û serweriya Herêma Kurdistanê ya Iraqê ye, lewma divê Iraq bibe xwedî helwêsteke tund: “Divê rêveberên Kurd û hikûmeta Kurd dengê xwe derxin. Ji ber ku bi rastî bêdengiya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê kiriye ku ev karê neqanûnî yê dewleta Tirk dewam bike.”

Payebilind tenê lê kîsê xwe difikirin

Evîn Cîbralîl elaqedarî hiqûqa navneteweyî û serweriya dewleta de jî wiha diaxive: “Tirkiye sînor derbas dike. Qanûna navneteweyî binpê dike. Lê ti welat li ser binpêkirina dewleta Tirk naxive. Ev jî nîşan dide ku razî bûne ku Tirkiye destdirêjiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bike. Kesên li meqamên bilind bixwe, haya wan ji bayê felekê nîne. Ji bo wan tişta muhim ew e ku bi rêyên şaş xwe dewlemend bikin. Lewma rewşa Herêma Kurdistanê wiha ye û daimî li jêr hikmê hovîtiya welatan de ye.”

ROJNEWS/KOYÊ