Giliyê Başûrê Kurdistanê kirin

Çarşem 1 Adar 2023 - 03:35

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku ew ji ber giliyê şirketa giştî ya bazirganiya beşa xurekê ya Iraqê ya ser bi wezareta bazirganî û pîşesaziya Herêmê ya ku tê de daxwaza pereyê 17 salan ê xurekê ji Herêmê dike, civiyaye. Di metna gilî de tê gotin, Herêma Kurdistanê ji sala 2004’an ta 2021’ê pereyê beşa xurekê radestî Bexdayê nekiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di gilî de daxwaz dikin ku hikûmeta Herêmê pereyê beşa xurekê yê ji 1’ê Çileyê 2004’an heta 3’yê Îlona 2021’ê ji welatiyan werdigre, radestî Bexdayê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hatibû gotin, dadgeha federal wê li ser heman mijarê di 30’yê Çileyê 2023’an de biciviya, lê ji ber çend sedeman rûniştin hatibû bipaşvexistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.