Gewdeyê Lamusa derket holê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 01:00

Rêveberiya Giştî Şûnwarên Dîrokî ya Iraqê da zanîn ku li bajarê antîk Xorsabad (Khorsabad; Dur Şarûkîn; 16 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Nînovayê ye) xebatên derxistina gowdeyê peykerê “Lamasu” dewam dikin. Ev peykerê serê wî insan û godeyê wî gayê bi bask e; serê peyker sala 1992´yan hatibû dizîn û sala 1995´an li Iraqê hatibû vegerandin. Rêveberiya Giştî Şûnwarên Dîrokî ya Iraqê tevî ekîpeke arkeologan a Fransî niha karê bi temamî derxistina peykerî ji binê erdê, dixebite. Peyker ji serdema Neo-Asûrî ye û wisa tê hizirkirin ku di serdema Melik Sargonê Duyem (beriya mîladê 722-705) hatibe çêkirin. Yanî ev peykerê beriya bi 2 hezar 700 salan êdî ji nû ve wê darçav bibe.

BEXDA  

Wêne: Rêveberiya Giştî Şûnwarên Dîrokî ya Iraqê

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.