Gerîlyan li Zê 3 dagirker kuştin
Duşem 4 Îlon 2023 - 16:30
Çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. HPG´ê da zanîn ku gerîlayên wê li herêma Zê (Zapê) 3 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine û derb li 5 çeperên dagirkeran xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla kite bi kite got:
Li herêma Zê (Zapê)
4'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.
Li Şehîd Delîl a li Rojavayê Zê
3'ê Îlonê saet di 09:15, 13:00 û 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
3'ê Îlonê saet di 13:50'î û 23:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
4'ê Îlonê saet di 00:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya koordîneyî de dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
4'ê Îlonê saet di 02:00 û 03:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
3'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, qadên Xêrê û Gundê Kawara yên Garê 3 caran bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN