Gerîlyan 20 dagirker kuştin
Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:36
- Çalakiyên gerîla bênavber didomin. Li Zê û Avaşînê gerîlayên Kurdistanê 20 dagirker kuştin, çeperek û dronek jî îmha kirin.
Çalakiyên gerîla bênavber didomin. Li Zê û Avaşînê gerîlayên Kurdistanê 20 dagirker kuştin, çeperek û dronek jî îmha kirin. Di heman çalakiyan de 3 dagirker jî birîndar bûn.
HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên li Avaşînê de ji 23 ta 26´ê Nîsanê de 6 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Di çalakiyên gerîlayan de jî li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG´ê ji 23 ta 26´ê Nîsanê 14 dagirker hatine kuştin.
HPG´ê da zanîn ku 26´ê Nîsanê li devera berxwedanê ya Şehîd Şahîn (Mewziyên şehîd Berxwedan), li devera Berxwedanê ya Karker (Girê Şehîd Cûdî) jî dewleta Tirk 9 caran sîlehên kîmyewî û teqemenî bi kar anîne.
BEHDÎNAN