Gerîlayên jin bi rola pêşeng rabûn

Duşem 22 Sibat 2021 - 00:58

Konseya Fermandaran a HPGʼê civîna xwe pêk anî. Yek ji beşdaran ji fermandarên YJA Starê Hêjar Zozan bû. Fermandar Hêjar Zozan got, "Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftenînê bûn. Li Xerza, Botan, Zagros û gelek cihên din hevalên jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî hebûn." 

Hêjar Zozan li ser awayê gerîlayên jin got: “Salê bi çalakiya hevala Sema Koçer a li Serhedê dest pê kir. Ya rast, ji vê çalakiyê hate fêhmkirin bê salê çawa derbas bibe. Hevala Sema sala têkoşînê da destpêkirin. Piştre li Heftenînê pêvajoyeke şer dest pê kir. Di Cenga Heftenînê de hevalên jin bi rola pêşengiyê rabûn. Bi taybetî yekîneya xweser a bi fermandariya hevala Esmer bandoreke xurt kir û li Heftenînê bi lehengî şer kir. Ji bo her kesî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi taybetî li qada Serhildanê pêşketinên girîng Çêbûn. Her wiha ji cihên cuda jî piştgirî hate dayin. Vê yekê jî moraleke mezin da hevalên jin.

Weke ku tê zanîn di vê salê de gelek çalakiyên hevalên jin pêk hatin. Bêguman çalakiyên YJA Starê her tim dibûn. Ev yek tê fêhmkirin, ku jin çiqasî profesyonel bibe, ji aliyê leşkerî ve xwe çiqasî xurt bike û bibe xwedî branş, ewqasî jî zêde çalakiyan li dar dixe. Ev çalakî di heman demê de divê weke tolhildana jinê jî bê nirxandin. Ji ber ku sala derbasbûyî li kurdistanê dijmin êriş birin ser gelek jinên ciwan. Dest avêtin keç û zarokan. Ev çalakî di heman demê de hilanîna tola wan e. Lewma di bilindkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan de roleke xwe ya diyarker heye.

Bêguman çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftenînê hatin lidarxistin. Li Xerza, Botan, Zagros û gelek deverên din hevalên jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn, çalakî li dar xistin. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên cuda yên taktîkî hatin avêtin. Bi taybetî hevala Doga Zîlan hem bi rengê fedayî hem jî ji aliyê taktîkî ve di mijara şerê hewayî ve pêşengî ji gerîla re kir û bandoreke mezin kir. Ev hevalên me, pêşengên me mîrateyê ji me re dihêlin. Li ser vê bingehê di civîna me de jî asteke xurt heye.”

Hêjar Zozan di dawiyê de bang li jinan û nexasim bang li jinên ciwan kir û got: “YJA Star beriya her tiştî hêzeke jinan e. Li ku derê êriş li dijî jinê bê kirin, YJA Star li wê derê jinê diparêze. Heta ji destê me bê em ê vê yekê hîn bi xurtî pêk bînin. Lê belê divê jin ên ciwan jî hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.