Gerîlayan li wesayîteke zirxî da

Sêşem 4 Tebax 2020 - 16:59

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li wesayîteke leşkerî dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li wesayîteke leşkerî dane.
Di daxuyaniya HPG’ê de weha tê gotin:
“Hêzên gerîlla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 2’yê Tebaxê li dijî wesayîteke leşkerî ya dagirkeran ku ji Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi gunêd Bezenoyê ve diçû çalakiyek kirin. Di çalakiyê de wesayîtê derbe xwar, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zanîn.
3’yê Tebaxê, artêşa TC a dagirker gundê Dirê û Geliyê Basya yên girêdayî herêma Avaşîn li gel devera Geliyê Hesenan bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de daristanên li qadê şewitîn û şewat hê jî didome.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.