Di çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê de li Metînayê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Cebilxaneyeke dagirkeran hate teqandin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da û got, “5’ê Tîrmehê saet di 17:00´an de li herêma Hirorê hêzên me, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya ji bo demekê xistin kontrola xwe û piştre li wan da. Derb li dagirkeran hate xistin, ên li derdora 4 kozikên li ser gir li hev civiyabûn. Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyeke dagirkeran a li ser gir jî hate teqandin.

Piştî çalakiyê saet di navbera 22:30-23:30 de dagirkeran xwestin ku kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bibe. Hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ji herêmê vekişin.

5’ê Tîrmehê saet di 23:00 de li qada Werxelê (li Avaşînê), hêzên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa hêzên me. Dagirkerên ku derb xwarin qedemeyekê vekişiyan.

5’ê Tîrmehê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker kûçikek bi detektorekê şand nava çeperên şer. Kûçik hate bêbandorkirin û detektora li ser kete destê hêzên me.
Artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor bombeyên gazê û teqemenî avêtin nava çeperên şer.”

HPG´ê got, dewleta Tirk a dagirker a ku bi gerîla nikare, “darên li herêmê dibire û qadên daristanî dişewitîne.” 

BEHDÎNAN