- Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ji Amedê heta Avaşînê bênavber dewam dikin.
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ji Amedê heta Avaşînê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de herî kêm 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên dawîn ên li ser çalakiyên gerîla eşkere kir û got, “Hêzên me ji Başûr heta Bakur çalakiyên xurt dikin û careke din hesabê dagirkeran pûç dikin. Hêzên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke dîrokî dikin, operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên bi hezaran leşker û teknolojiya pêşketî pûç dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.”
HPG´ê ji bo çalakiyên hêzên xwe kite bi kite ev agahiyên li jêr dan:
Li Amedê
Di 23’ê Gulanê de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li qereqola Taverê ya li Licê xist û dagirkerek ceza kir.
Di 23’ê Gulanê de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li qereqola Bilbilîkê ya Licê xist û dagirkerek ceza kir.
Arteşa Tirk a dagirker di 1’ê Hezîranê de li dijî qada Şehîd Serhed a navçeya Amedê Licê dest bi operesyona dagirkeriyê kir. Hêzên me ev operasyon şikand.
Li Avaşînê
Di 7’ê Hezîranê saet 12.30’î de artêşa Tirk a dagirker tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bomberdûman kir.
Dagirkeran hewl da saet di 12.40’î de ber bi tunelên şer ve biçin, lê hêzên me bi bombeyên destan, çekên ferdî û çekên giran li dagirkeran da. Heman rojê saet di 13.20’an de dagirkeran hewl da dîsa bi teqemeniyan êriş bikin, lê hêzên me li wan da. Piştî lêdanên xurt teqemeniya dagirkeran teqiqaye. Di teqînê de 2 dagirker hatin cezakirin. Saet di 14.15’an de jî bi çekên giran li dagirkerên li dora tunelên şer hat xistin.
Di van çalakiyên hêzên me de, 4 dagirker hatin cezakirin.
Li Metînayê
Di 7’ê Hezîranê saet 17.30’î de tîmên me yên nîvgerok ji sê milan ve li dagirkerên li dora tunelên şer ên Şehîd Savûşka ya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî da. Milên yekemîn û duyemîn ên êrişê ji nêz ve li dagirkeran da û 5 dagirker ceza kirin. Dema ku komek dagirkeran xwest mudaxeleyî devera çalakiyê bikin jî milê sêyemîn ê çalakiyê li dagirkeran da.
Di encama vê çalakiya êrişê ya koordînekirî ya tîmên me yên gerîlayên nîvgerok de, herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.
Di 7’ê Hezîranê saet 22.30’î de hêzên me li helîkopterên li ser Qada Berxwedanê Girê Cûdî da. Di encama lêdana xurt de derbeke giran li helîkoptereke êrişê hate xistin û helîkopter neçar ma ji deverê biçe.
Li Zapê
Di 7’ê Hezîranê saet 12:20 û 15:00’an de dagirkeran hewl dida xwe nêzî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin. Hêzên me bi çekên giran derb li wan xist.
Di 7’ê Hezîranê saet navbera 12:30 û 15:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku tûnelên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi dijwarî bomberdûman kir, saet di 15:10’an de xwest bi pêş ve biçe. Ev dagirker bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin hedefgirtin û dagirkerek birîndar bû. Piştî destwerdanê, dagirker gavekê vekişiyan.
Di 7’ê Hezîranê de dagirkeran dixwest tûnelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombebaran bikin; hêzên me derb li wan xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker gavekê vekişiyan.
Di 7’ê Hezîranê saet navbera 02.50-04.30’an de hêzên me yên YJA Starê 3 caran bi sekvaniyê li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Karker xist. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 01.30’î de sensoreke leşkerî ya ku dagirkeran li derdora tûnelên şer danîbû, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.
28 caran êrişa kîmyewî
HPG´ê li ser êrişên dewleta Tirk ên ku sûcên şer in jî got, “Di 7’ê Hezîranê de tûnelên şer ên Şikefta Birîndara û Şehîd Hewre yên herêma Zapê 19 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
Di 7’ê Hezîranê de jî Qada Berxwedanê ya Werxelê 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bombekirin.”
BEHDÎNAN