Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê û Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker hatin cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê; 28'ê Tebaxê li qada Lêlikanê saet di 21:30'î de ji cihekî nêz ve li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 29'ê Tebaxê saet di 18:15'an de hêzên me bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Azad xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên diyarkirî, hat xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê; 29'ê Tebaxê saet di navbera 12:30-04:00 de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û teqemeniyan êriş bire ser qada berxwedanê ya Werxelê. Piştî bombardûmanê, dagirkerên ku xwestin li qada berxwedanê ya Werxelê bi pêş ve biçin, bi destwerdana berxwedêran neçar man vekişin.

30'ê Tebaxê saet di navbera 08:30-09:20'î de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên bi jehr hate bombekirin."

HPG´ê li ser komeke ku li ser navê gerîlayan li Şirnexê pereyan kom dike jî daxuyaniyek da: "Li herêma Şirnexê, şexsên bi navê Nizar û Çetîn li ser navê tevgera me ji bo şantiyeyan destûra sexte didin xelkê me yê Botanê û bi rêya vê yekê, pereyan kom dikin. Ti eleqeya van kesan bi tevgera me re nîne. Komkirina pereyan li ser navê tevgera me ji xelkê me yê welatparêz sûc e. Xelkê me yê welatparêz ê Botanê divê guh nede yên mîna van."

BEHDÎNAN