- Gerîlayên Kurdistanê 2 dorneyên dewleta Tirk îmha kirin. Di çalakiyan de wan çeperekî dagirkeran îmha kir û 2 dagirker jî kuştin.
Gerîlayên Kurdistanê 2 dorneyên dewleta Tirk îmha kirin. Di çalakiyan de wan çeperekî dagirkeran îmha kir û 2 dagirker jî kuştin.
Navenda Raqihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, "Gerîlayên azadiya Kurdistanê di bin şertên herî giran de bi çalakiyên tîmên bi tevger 2 dagirker ceza kirin, çeperek û 2 drone îmha kirin û derb li çeperekî din xistin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê 4 caran bi çekên kîmyewî, bi bombeyên fosforê, teqemeniyan, 10 caran bi balefirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrişê û di dehan caran jî bi obus û çekên giran bomberdûman kir."
HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan ev agahî parvekirin:
Li Xakurkê
Di 21’ê Tîrmehê saet ji 06.00 ta 08.00’an de bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hat xistin.
Li Zê (Zapê)
Di 21’ê Tîrmehê saet 01.00’ê de dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Adil droneke bombebarkirî şand herêmê. Hêzên me li vê dronê da û dron xistine xwarê. Piştî çalakiyê balefirên şer devera dron ketiye, bombe kir.
Di 21’ê Tîrmehê saet 19.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê da.
Li Metînayê
Di 19’ê Tîrmehê saet 10.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û derb li çeperekî dan.
Di 21’ê Tîrmehê saet ji 13:30´î ta 13:50’î de hêzên me bi bombe û çekên ferdî li dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, dan. Dagirker neçar man gavekê vekişin.
Di 21’ê Tîrmehê saet 15:30 û 20:45’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê 2 caran li dagirkeran xistin. Van dagirkeran dixwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin.
Di 21’ê Tîrmehê saet 17:50’î droneke bombebarkirî ya dagirkeran şand çeperên şer ên li Herêma Berxwedanê ya Girê FM´ê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin.
Di 22’ê Tîrmehê saet 05.00’an de qereqola Kanî Masî ya artêşa TC a dagirker a li Metîna ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefgirtin û ji du aliyan ve lê hatiye lêxistin. Di encama derbên bi bandor ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.
BEHDÎNAN