Gerîlayan çavê wan rijand

În 7 Cotmeh 2022 - 21:46

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê di 7 çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di 7 çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin. Wan pergaleke kameraya mobese ya ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî îmha kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta fedaî ya şehîdên me di 7 çalakiyan de 6 dagirker ceza kirin, dagirkerek jî birîndar kir. Di heman demê de pergaleke kameraya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî hat îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 23 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 8 caran bi balefirên şer, 59 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

Di 6’ê Cotmehê de saet di 10.00’an de dema ku dagirkeran hewl da bikevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi sabotajê li wan hat xistin û dagirkerek hat cezakirin.

Di 6’ê Cotmehê de saet di 13.00’an de dema ku dagirkeran hewl da bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bidin, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran da û 2 dagirker ceza kirin.

Di 6’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de tîmên bi tevger pergala kamerayê ya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû danîn û li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê, îmha kirin.

Di 6’ê Cotmehê de dagirkeran hewl da li dora çeperên şer ên Şehîd Xursî ya Qada Berxwedanê ya Sacayê pergala kamerayê bi cih bikin, tîmên me yên bi tevger ew xistine kontrolê. Saet di 18.00’an de bi sekvaniyê û bi çekên ferdî li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 7’ê Cotmehê de saet di 01.50’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Xursî yên Qada Berxwedanê ya Sacayê da.

Li Xakurkê

6'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li Xakurkê, tîmên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş xist.

6'ê Cotmehê saet di 16:00 de li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan xist. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me her wiha bi çekên giran li wan dagirkeran xist, ên ku xwestin bi wesayitan dest li qada çalakiyê werdin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.