Gerîlayan amûrên leşkeran desteser kir

În 8 Kanûn 2023 - 00:20

Gerîla TV dîmenê amûrên leşkerî weşand ku li Metînayê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed de desteser kirin.

Gerîla TV beşa dawî ya dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed weşand ku 26'ê Mijdara 2023'an ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hate lidarxistin.Di dîmen de gerîla amûrên leşkerî yên desteserkirine nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha ragihandibû ku di encama operasyona şoreşgerî de 18 leşkerên Tirk hatine kuştin û li ser amûrên leşkerî yên hatin desteserkirin jî ev agahî dabû:"Hêzên me li ser cenazeyên dagirkeran çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 durbînên çekan, telefoneke peykê ya mezin, 2 telefon, durbuneke termalê, 2 powerbank, 4 baranparêz, 2 qapûte, yelekeke êrîşê, 5 çente, taximeke cilên leşkerî, kaskek, çenteyeke tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 birek desteser kirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.