Gerîlayan 9 dagirker kuştin

Duşem 10 Cotmeh 2022 - 01:58

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di 8 çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, 2 çeper jî rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 13 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

8'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dagirkerên ku dixwestin sîstema kamera ya mobesse li derdora çeperên şer ên li Şehîd Felat bi cih bikin, bûn hedefa hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man vekişin.

8'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkeran xwest li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Felat lastîkan bişewitînin û dûyê bi jehr bixin hundirê çeperên şer. Hêzên me derb li wan da û ew bi astekê vekişiyan.

8'ê Cotmehê saet di 06:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xist.

8'ê Cotmehê saet di 13:50'î de bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan ê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê.

 

Li Xakurkê 

6'ê Cotmehê saet di 16:00´an de li herêma Xakurkê dagirker ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn ve diçûn; gerîlayan bi sabotajê 3 dagirker ceza kirin. Dagirker piştî çalakiyê ji hev belav bûn û li çeperan kom bûn. Hingê jî çalakiyeke sabotajê hate kirin û 3 dagirkerên din hatin cezakirin. Di encaman her du çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

8'ê Cotmehê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.