- HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên tîmên gerîlayan de 9 dagirker hatine kuştin û yek ji wan jî payebilind e.
HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên tîmên gerîlayan de 9 dagirker hatine kuştin û yek ji wan jî payebilind e.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser rewşa şer a dawiyê got, "Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, yek jê payebilind 9 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balafirên şer û 17 caran jî bi helîkopteran, bi dehan caran jî bi obusan bombe li qadên berxwedanê barandin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:
Li Zê (Zapê)
30'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3'ê Tîrmehê saet di 11:20 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Karker, dagirkeran xwest sensora tevgerê bi cih bikin. Bi çekên ferdî û bombeyan li dagirkeran hate xistin. Dagirkeran derb xwar û vekişiyan.
3'ê Tîrmehê saet di 09:20 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi sabotajê û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin.
4'ê Tîrmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi sekvaniyê 2 dagirker hatin cezakirin.
4'ê Tîrmehê serê sibehê artêşa Tirk a dagirker li gel sê balafirên keşfê, hewl dide bi konvoyeke ji wesayitên zirxî û tankan ji sînorê Bakurê Kurdistanê derbasî Qada Berxwedanê ya Çemço bike.
Li Metînayê
3'ê Tîrmehê saet di 07:30 û 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 2 caran bi sekvaniyê li dagirkeran xist û 2 dagirker ceza kirin.
3'ê Tîrmehê saet di 11:15'an de li hêzên dagirker hate xistin. Wan dixwest bi teqemeniyan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bibarînin. Dagirkeran derb xwar, gavekê vekişiyan. Saet di 13:40'î de bi serkêşiya kontrayekî ku bi Kurdî diaxivî, dagirkeran xwest careke din bi pêş ve biçin. Li dijî van dagirkeran bi sabotajê çalakî hate lidarxistin û 3 dagirker hatin cezakirin.
3'ê Tîrmehê saet di 24:00 û 4'ê Tîrmehê saet di 06:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de yek jê payebilind 2 dagirker hatin cezakirin.
4'ê Tîrmehê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.
BEHDÎNAN