Gerîlayan 8 dagirker kuştin

Duşem 14 Mijdar 2022 - 17:23

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 8 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin. Dagirkeran jî qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji bo rewşa şer a dawî dibêje, “Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayan got,

Li Zê (Zapê)

13'ê Mijdarê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Mijdarê saet di 21:20'î û 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Xakurkê

10'ê Mijdarê saet di 16:00 de li qada Şêxzadeyê tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Sûcên şer ên dewleta Tirk

13'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Karker çeperên şer ên Girê Şehîd Rêber 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên li Şehîd Botan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.