Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêmên Zap û Avaşînê, di çalakiyên gerîlayan de yên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker de, herî kêm 8 dagirker hatine cezakirin.
HPG'ê got, li herêma Zapê 5 dagirker, li herêma Avaşînê jî 3 dagirker hatine cezakirin.
HPG´ê ji bo çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Zapê got, "2'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li quntara Werxelê gerîlayan li komeke dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiya serketî ya hêzên me, saet di 19:10'an artêşa Tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin."
HPG´ê got, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê, "Ji 2'ê Tîrmehê û vir ve dagirker li qadên Werxelê û Girê Sor bi bombeyên gazê û teqemeniyan êrişî çeperên şer dikin.
3'ê Tîrmehê dagirkerên li qada Werxelê bi bombeyên gazê û bombeavêjan êrişî çeperên şer kirin û hewl dan teqemeniyan lê bi cih bikin. Hêzên me dest li van dagirkeran werda û dagirker neçar man vekişin, teqemeniyên wan jî hatin bêbandorkirin.
4'ê Tîrmehê saet di 09:20'î de dagirkerên ku ber bi çeperên şer ên li qada Werxelê ve dihatin, bi rêbaza sabotajê bûn hedefa hêzên me. Piştî çalakiya sabotajê, hêzên me bi çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran da. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirker neçar qedemeyekê vekişiyan."
BEHDÎNAN