- Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran dixwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran dixwe. Gerîlayan 7 dagirkerên din kuştine, dagirkerek birîndar bûye û droneyek jî îmha kiriye. HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker jî qadên berxwedanê 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosfor û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran jî bi helîkopter û bi dehan caran jî bi hewan û obusan bombe kiriye.
HPG’ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Avaşînê
19’ê Tîrmehê saet 22:30’î tîmên me yên bi tevger çeperên dagirkeran ên li Girê Biyê yê li Mervanosê kirin hedef. Hêzên me yên YJA Starê sîstema kamereyê ya termal îmha kirin.
Li Zê (Zapê)
21’ê Tîrmehê saet 06:00’an drona bi teqemeniyê barkirî ya ji aliyê dagirkeran ve ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Adil hatibû şandin, ji aliyê hêzên me ve hate xistin.
Li Metîna
20’ê Tîrmehê saet 14:40’î û 17:17´an dagikerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ve bi pêş ve bên, hêzên me du caran bi taktîka sabotajê li wan da, 6 dagirker hatin cezakirin û 1 jî birîndar bû.
20’ê Tîrmehê saet 06:30’î dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bûn hedefa tîmên me yên bi tevger û bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.
20’ê Tîrmehê saet 22:00’an helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, hêzên me bi çekên giran li wan da. Helîkopteran nekarî leşkeran deynin û ji herêmê dûr ketin.
20’ê Tîrmehê sat 19:30’î dema dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê di nava liv û tevgerê de bûn, hêzên me bi çekên giran li wan da û kir ku dagirker gavekê vekişin.
BEHDÎNAN