Gerîlayan 7 dagirker kuştin

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:36

  • Li herêmên Serhed û Heftenînê di çalakiyên gerîla de herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê dagirker ji çeperan reviyan, li Heftenînê jî 2 çeper hatin rûxandin.

Li herêmên Serhed û Heftenînê di çalakiyên gerîla de herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê dagirker ji çeperan reviyan, li Heftenînê jî 2 çeper hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê got,
“Hêzên me yên li eyaleta Serhedê ji bo silavkirina 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê çalakî li dar xistin. Agahiyên gihîştin ber destê me, wiha ne: 1’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li devera Demîrkapi ya herêma Gilîdaxê ya Agiriyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên me heman rojê yekîneyeke veşartî ya li deverê şopand. Dagirkerên ku hatin kontrolkirin, roja 2’ê Kanûnê saet di 17:00´an  de bûn hedefa çalakiya gerîla ya bi koordîne ya ji du baskan ve. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dagirker ji çeperan reviyan

25’ê Mijdarê li herêma Gilîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. Hêzên me heman rojê saet di 09:30’î de li du çeperên dagirkeran xist. Ev çalakiya gerîla ji 2 baskan ve bi koordîneyî hate kirin. Tîmên me yên êrişê bi lez bi ser çeperan de girtin û di nava 10 deqîqeyan de çeperên dagirkeran hatin xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji çeperên xwe reviyan.

Hêzên me bêyî ku windahiyê bidin ji deverê vekişiyan.

Gerîla du çeper rûxandin 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê; 17’ê Kanûnê saet di 12:30’î de li rêzegirên Koordîne yên devera Pîrbilayê, hêzên me yên YJA Starê li çeperekî dagirkeran xist. Çeper hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin.

19’ê Kanûnê saet di 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê li devera Pîrbilayê careke din çalakî hate lidarxistin. Di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, çeperekî dagirkeran hate îmhakirin.

16’ê Kanûnê saet di 19:45’an de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer devera Kafya ya herêma Garê bombe kir.

16, 17 û 18’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê deverên Girê Şehîd Şahîn, Girê Karker, Çiyayê Rêş, Şehîd Rustem, Çemço û Kunîşka bi balafirên şer bombebaran kir.

19’ê Kanûnê saet di 17:45’an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê bi balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Karker barandin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.