HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, çalakî li dar xistin. HPG’ê da zanîn ku di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê jî wesayiteke leşkerî ya tîpa Amarok hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got:

 

Li herêma Serhedê

12’ê Hezîranê saet di 10:30’î de li qada Gundê Kaşinê yê navçeya Ebexê ya ser bi Wanê, li hemberî dagirkerên di operasyonê de, bi sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

 

Li herêma Metînayê

10’ê Tîrmehê saet di 13:13’an li Qada Girê Koordîneyê bi çekên giran li kozika dagirkeran hate xistin. Di encamê de kozika dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Dagirkeran saet di 14:40’î de bi helîkopteran kuştiyên xwe ji deverê birin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin.

 

Êrişên bi bombeyên qedexekirî

10’ê Tîrmehê saet di navbera 18:20 û 19:35’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me 3 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN