Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 5 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin û derb li helîkoptereke din a tîpa Skorsky xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gotin, "Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, hate îmhakirin. Derb li helîkoptereke tîpa Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 15 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin.”

HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

17'ê Cotmehê saet di 13:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkeran xwest li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Botan plastîk û lastîkên wesayitan bişewitînin, dûyê bi jehr berdin nava çeperan. Li hemberî van dagirkeran, çalakiya sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Cotmehê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist.

18'ê Cotmehê saet di 14:20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xist û 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Cotmehê saet di 20:15'an de helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil firiyan. Tîmên me yên bi tevger derb li helîkoptereke tîpa Skorsky xist. Helîkopterê bêyî ku karibe hêzên xwe deyne ji neçarî ji qadê çû.

 

Li Xakurkê

18'ê Cotmehê saet di 20:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.

 

Li Metînayê

16'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Bektorya ya Heftenînê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Piştî ku demekê ev kom şopand saet di 20:45'an bi çekên ferdî lê da. Dagirkeran derb xwarin û li qadê belav bûn. Hêzên me da pey koma dagirker. 17'ê Cotmehê saet di navbera 08:00 û 09:00´an de hêzên me bi çekên ferdî careke din li koma dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18'ê Cotmehê saet di 08:30'î de 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

18'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

BEHDÎNAN