Gerîlayan 4 dagirkerên din kuştin

Sêşem 19 Îlon 2023 - 16:02

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên dawî yên gerîlayan de 4 dagirker hatin kuştin, derb li helîkopterekê û 11 çeperan hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê kite bi kite agahî li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran dan:

 

Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)

18'ê Îlonê saet di 07:40, 08:00, 10:00, 11:30 û 11:50’de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 5 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

18'ê Îlonê saet di 12:40 û 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.

18'ê Îlonê saet di 13:05, 15:20 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin, derb li çeperekî hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

18'ê Îlonê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

19'ê Îlonê saet di 01:00 û 03:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

17'ê Îlonê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin.

18'ê Îlonê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Îlonê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 6 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dida li qadê bi cih bibin.

18'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Derb li çeperekê hate xistin.

18'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

 

Li herêma Metînayê

17'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

18'ê Îlonê saet di 19:30 û 21:00 de 3 caran dest li liv û tevgera helîkopteran a li herêma Metînayê hate werdan. Derb li helîkopterekê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

18'ê Îlonê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran, qada gundê Şêlazê ya Metînayê carekê bi giştgî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.