Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên grîla 15 caran bi çekên kîmyewî û 3 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir. Di heman demê de 4 caran bi balafiran, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombardûman kir.”
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşan wiha ne:
Li Zê (Zapê)
15'ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li dijî dagirkerên li dora gundê Sîda û herêma Çemçoyê çalakî hatin lidarxistin. Li gorî vê yekê;
Saet di 07:00 û 19:20'î de tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. 2 dagirker hatin cezakirin.
Saet di 08:30, 13:30, 14:00, 15:00 û 15:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û giran 5 caran li dagirkeran xistin.
Danê nîvro li dijî dagirkerên ku berê xwe dan çeperên berxwedanê yên grîla, hêzên me bi sabotajê çalakî kirin. Di encamê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.
Danê êvarê sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran li dora çeperên berxwedanê yên gerîla bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.
Li Xakurkê
15'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeperek hate îmhakirin.
BEHDÎNAN