Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap û Heftenînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin û 4 dagirker kuştin, derb li 9 çeperan xistin û kamerayeke mobesse îmha kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya agahiyên berfireh li ser rewşa şer a meydanî dan:

 

Li Heftenîn

21'ê Tebaxê li qada Xantûrê kamerayeke dagirkeran hate desteserkirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

25'ê Tebaxê saet di 07:00 de li Qada Girê Koordîne ya Bektoryayê bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

 

Li herêma Zê (Zapê)

28'ê Tebaxê saet di 22:00 de derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

 

Li Şehîd Delîl li Rojavayê Zê

27'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

27'ê Tebaxê saet di 11:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

28'ê Tebaxê saet di 00:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran hate xistin.

28'ê Tebaxê saet di 01:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

28'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Tebaxê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

28'ê Tebaxê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran û teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin.

28'ê Tebaxê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Tebaxê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hat xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

28'ê Tebaxê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

28'ê Tebaxê saet di 23:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

29'ê Tebaxê sae di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekê giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

28 û 29'ê Tebaxê li herêma Metînayê Gundê Şêlazê, Gundê Bêşîlî 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN