Gerîlayan 3 dagirkerên din kuştin

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:49

  • HPG’ê ragihandin ku wan ji bo tolhildana Fermandar Cûmalî Çorûm û gerîlayên li Werxelê bi êrişa kîmyewî şehîd bûn, li Çelê û Zapê çalakî kirine. HPG’ê got, di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.

HPG’ê ragihandin ku wan ji bo tolhildana Fermandar Cûmalî Çorûm û gerîlayên li Werxelê bi êrişa kîmyewî şehîd bûn, li Çelê û Zapê çalakî kirine.

HPG’ê got, di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk got, gerîla li Çelê û Zap’ê ji bo tolhildana gerîlayên Werxelê, çalakî li dar xistine: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 14’ê Cotmehê saet di 08:30’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li qereqola Şikêrê, hêzên me bi rêbaza sekvaniyê çalakî kir. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

14’ê Cotmehê saet di 16:45’an li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li çepera çeka A-4 a dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de çeper hate rûxandin, çeka A-4 hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

14’ê Cotmehê saet di 07:00 de li qada Girê Koordîne ya herêma Zapê, hêzên me bi çekên giran derb li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Ev çalakiyên berfireh ên hêzên me ji bo hilanîna tola Fermandar Cûmalî Çorûm û şehîdên Werxelê hatine lidarxistin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn.

14’ê Cotmehê saet di navbera 07:20-18:00 de li herêma Zapê qadên Sîda, Şehîd Şahan, Cîloyê Biçûk, Şamkê, Tîpa T, Kûnîşka û Çiyayê Reş bi balafirên şer û çekên giran hatin bombekirin. Heman rojê bi şev qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

14’ê Cotmehê saet di 12:30’î de li qada Goşîne ya Xakurkê, Girê Rostê bi balafirên şer hate bombekirin.

14’ê Cotmehê saet di navbera 20:00-22:00 de li herêma Avaşînê qadên Stûnê, Girê Şehîd Elî, Geliyê Basya û Kartalê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.