Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Metînayê çeperekî artêşa Tirk a dagirker hatiye îmha kirin û 3 dagirker jî hatine cezakirin.
HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ de li Metînayê ev çalakî hatiye kirin.
HPG’ê got, “Di 2’yê Adarê saet di 16.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê dane. Di vê çalakiyê de çeperekî dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”
BEHDÎNAN