Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Konek û droneyek hatin îmhakirin, derb li 7 çeper û kepçeyekê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
Li herêma Serhedê
14'ê Tebaxê li herêma Gilîdaxê bi sûîqestê li dagirkerên li kûleya Demîrkapi hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk 5 caran derb li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û derb li 2 çeperan hate xistin.
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
21'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk 8 caran derb li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
21'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji du baskan ve bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li herêma Zê
20'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li kepçeyekê hate xistin.
21'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Konek hate tinekirin û derb li çeperekê hate xistin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker
21'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.
19, 20 û 21'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 19 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
21'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebakirî hatin bombekirin.
21'ê Cotmehê qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
20'ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi topan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN