Di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de gerîlayên Kurdistanê 16 dagirker kuştin, 2 kozik, radarek û wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî îmha kirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; 2'ê Hezîranê li herêma Metînayê hêzên me, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya kontrol kirin û saet di 19:30'î de ji sê baskan ve li van dagirkeran xistin. Baskê destpêkê li du çeperan xist, her du çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn li dagirkerên dixwestin ji ser gir birevin xist. Li vir dagirkerekî payebilind hate cezakirin. Baskê sêyemîn jî li radara li ser gir xist û ev radar îmha kir.

Di vê çalakiyê de bi giştî; yek jê payebilind 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, 2 çeper û radarek hatin îmhakirin.

Dagirkeran saet di 21:30'î de bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 1'ê Hezîranê saet di 08:00 de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser rêya navbera gundên Alyawa û Serê Şikeftê, çalakî hate lidarxistin. Çalakî li dijî wesayiteke zirxî ya tîpa Kîrpî hate kirin, 12 dagirker tê de bûn. Di encamê de wesayita zirxî tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin û dagirkerên tê de hatin cezakirin." 

HPG´ê wekî din da zanîn ku 24'ê Gulana 2021'ê li devera Navsera ya herêma Cûdî di şerê li dijî dagirkeran de gerîla Mahîr Zender û Serbest Zagros bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

BEHDÎNAN