GERÎLA TOL HILAND

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:24

  •  Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo hilandina tola zarokên şehîd operasyoneke tolhildanê bi rê ve bir û herî kêm 57 dagirker kuştin. Di berxwedanê de doh û pêr bi giştî 62 dagirker li Zê û Metîna hatin kuştin.  

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger da destpêkirin. Di çalakiyan de tiştek bi gerîlayan nehat û 57 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan got, “Artêşa Tirk a dagirker xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêş ve were. Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ev rewş kirin firsend, ji bo tolhildana zarokên gelê Kurd ên li Bamernê û Şengalê yên ku ji aliyê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger da destpêkirin. Di vê operasyonê de tiştek bi hevrêyên me nehat û hêzên me yên li deverê 57 dagirker ceza kirin û derseke dîrokî dan artêşa Tirk a dagirker. Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser vê deverê didomîne. Di heman demê de Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger a ku hêzên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî didome. Di van çalakiyên li Zap û Metînayê jî 5 dagirker hatine cezakirin û hêzên me bi giştî 62 dagirker ceza kirine.

Dagirkeran 14 caran bi balefirên şer, 26 caran jî bi helîkopteran û bi sedan caran bi obusan li Qadên Berxwedanê dan. Dagirkeran 11 caran jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li Zê (Zapê)

Di 15’ê Hezîranê saet 15.30’î de dagirkeran xwest nêzî tunelên şer ên Şehîd Hewrê yên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibin; hêzên me bi çekên giran li wan da, kir ku dagirker gavekê vekişin.

Di 15’ê Hezîranê saet 23.20’an de û di 16’ê Hezîranê saet 03.00 û 04.50’an de hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê da û 3 dagirker ceza kirin.

Li Metînayê

Di 13’ê Hezîranê saet 18.00’an de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên baregeha Kanî Masî ya artêşa Tirk da û dagirkerek ceza kir.

Di 15’ê Hezîranê saet 15.20’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên baregeha Kanî Masî ya artêşa Tirk da.

Di 16’ê Hezîranê de jî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî xwestin ber bi tunelên şer be werin, hêzên me bi çekên giran li wan da û dagirkerek ceza kir. Piştî çalakiyê dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin, hêzên me bi çekên giran li wan da.

Dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Operasyona tolhildanê

Di 15’ê Hezîranê de dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedana Girê Cûdî biçin. Dagirkeran kontrayek da pêşiya xwe, kontra rê nîşan daye û dagirkeran xwest wisa bi pêş ve biçin. Tîmên me yên gerok ev dagirker kontrol kirin û Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger dan destpêkirin. Saet di 18.30’î de tîmên me yên gerok bang li dagirkeran kir da ku ‘Teslîm bibin’. Dagirker piştî bangê reviyan û hêzên me bi çalakiya gerîla ya ji du milan ve li dagirkeran da. Tîmên me yên gerok gelek dagirker ceza kirine, çûne ser cenazeyê 12 dagirkeran û zelal kirine ku 12 dagirker hatine cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker dema ku dîtiye leşkerên wê yên vê deverê tesfiye bûne, qada ku cenazeyê leşkeran lê bi dehan caran bi obusan û 4 caran jî bi balefirên şer bombe kir. Dagirker dema ku li qadê belav bûn, bi sekvaniyê yeko yeko li wan hatiye xistin û 5 dagirkerên din jî hatin cezakirin. Cenazeyê van dagirkeran di kontrola hêzên me de ye. Artêşa Tirk a dagirker saet di 22.30’î de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi balefirên şer û helîkopteran bombe kir û piştre jî bi helîkopteran leşker anî qada Girê Şehîd Baran û Girê Şehîd Kendal.

Di 16’ê Hezîranê saet 01.45’an de komek dagirker ketin tevgerê, tîmên me yên gerok ên YJA Starê li wan da. Hêzên me ji nêz ve bi çekên şexsî û çekên otomatîk ên navîn 15 dagirker ceza kirin û gelek alavên leşkerî yên dagirkeran îmha kirin.

Di 16’ê Hezîranê saet 03.00’an de dagirkeran dema ku xwest ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve werin, hêzên me bi taktîka sabotajê 3 caran li wan da û 5 dagirker ceza kirin. Hêzên me piştre jî ji sê milan ve bi çalakiyeke bi koordîne ya gerîlayan li dagirkeran da û 9 dagirker ceza kirin. Tîmên me yên gerok bi sekvaniyê yeko yeko li dagirkerên li qadê da û bi giştî 10 dagirker ceza kirin.

Sekvanekî artêşa Tirk hate tespîtkirin û ew jî hate cezakirin. Gelek cenazeyên dagirkeran hê jî di kontrola hêzên me de ye. Gelek leşkerên Tirk ên birîndar jî li qadê belav bûne.

Tîmên me yên gerok ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji 15’ê Hezîranê saet 18.30’an û heta niha di Operasyona Tolhildana Şoreşgerî de 57 dagirker ceza kirin. Lê hejmara dagirkerên di vê operasyonê de hatine cezakirin û birîndar bûne, gelekî zêde ye.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.