Gerîla zora taktîkên wan dibe

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 02:34

  • Karayilan: Hêzên Çekdar ên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tînin. Di daxuyaniyên me yên derbarê bikaranîna van çek û bombeyên qedexe û kîmyewî de, şaşî yan jî mubalexeyeke piçûk jî tine. 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan got, “Tişta ku li ber çavan nagirin, tedbîrên gerîla ne, gerîla bi taktîkên aqilane û afirîner dijmin têk dibe û ev berxwedana mezin a bi cesareteke mezin e. Li hemberî wan kur û keçên Kurd ên leheng û şoreşgerên navneteweyî yên xwedî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo hene. Ji ber vê yekê, bi tui awayî wê nikaribin bi şidetê bigihin armancên xwe. Dewleta Tirk ji bo şikandina berxwedana gerîla, bikaranîna çekên kîmyewî wekî metodekê daye ber xwe, wê dagirker ti carî negihêjin armanca xwe.”

Fermandarê Biryargeha NPG´ê Mûrat Karayilan rastiya bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexe yên artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ji ANF’ê re peyivî.

Karayilan şehîdên êrişên bi sîlehên kîmyewî bi bîr anîn û got, “Beriya her tiştî divê bê zanîn ku îro berxwedana lehengiya dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metîna ku di têkoşîna azadiya gelê me de xwedî cihekî gelekî girîng e, 6 meh û nîv bi dawî bûne. Gelek aliyên vê berxwedanê hene ku werin nirxandin. Di şexsê hevrê Baz Mordem û Helbest Koçerîn de em hemû şehîdên vê berxwedanê yên leheng bi taybet hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe ya ku me daye wan, em dubare dikin. Em deyndarê wan in. Wan bi qehremanî û berxwedana xwe xizmeteke mezin ji gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên herêmê re kir. Ji ber ku me dîmenên hevrê Baz û Helbest pêşkêşî raya giştî kirin, di serî de ji dayik û malbatên hêja yên şehîdên me yên bi rûmet û ji hemû welatparêzan lêborînê dixwazim. Bêguman em ê axînên hevrêyên xwe li erdê nehêlin. Em ê doza wan bigihînin serketinê û wisa xwedî li soza xwe derkevin.”

 

Li ser sûc hatin girtin

Ji bo sedema weşandina dîmenan û encama di nava civakê de derket holê jî, Karayilan got, “Hêzên Çekdar ên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tînin. Di daxuyaniyên me yên derbarê bikaranîna van çek û bombeyên qedexe û kîmyewî de, şaşî û an jî mubalexeyeke piçûk jî tine. Ev tiştên hatine diyarkirin, hemû jî tiştên teqez in. Lê belê dewleta Tirk her tim xwe bêdeng kir û bersiv neda. Bi tenê par Hûlûsî Akar gotibû, ´Em çekên kîmyewî bi kar naînin; em bi tenê gaza îsotê bi kar tînin´. Lê gaza îsotê jî madeyeke kîmyewî ye û li gorî qanûnên şer bikaranîna wê di şeran de, bi taybetî jî bikaranîna wê ya li qadên girtî sûc e. Dewleta Tirk Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye û soz daye ku wê bi kar neîne. Tevî vê yekê, wan ne tenê gaza îsotê, lê di heman demê de gelek madeyên kujende yên li ser mirovan bandorên cihê çêdikin jî bi kar anîn. 

Ji ber ku, esas li ser sûc hatin girtin, bi panîk red kirin. Banga gelek siyasetmedarên hêja û kesayetên mafên mirovan li ser vê mijarê dubare dikim: Heke artêşa we paqij e, ev îdîa derew in û tiştekî wiha tine; wê demê derfetê bidin heyetên serbixwe da ku werin cihê bûyerê, garantiya ewlehiyê bidin; bila ev heyet werin lêkolînê bikin û her tişt zelal bibe. Heke hûn paqij bin, wê paqijiya we diyar bibe. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku em ê di vî warî de bi her awayî alîkariyê bidin wan, ji bo ewlekariya heyetan û heyet karibin baş bixebitin, çi hewce be em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin.”

Karayilan li ser bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên navneteweyî jî got, “Bêdengiya saziyên navneteweyî û helwêsta piştgiriyê ya dewletên pêwendîdar di vî warî de dewleta Tirk teşwîq kir û dewleta Tirk ji ber vê ji ser xwe ve jî çûye. Di sedsala 21’an de her roj bi dehan caran bi eşkereyî çekan li dijî şervanên azadiyê yên gelê Kurd bi kar tînin. Ev çek li gorî peymanên ku wan îmze kirine jî qedexe ne. Gelo mumkin e haya hêzên navneteweyî ji vî tiştî tine be? Ne mumkin e. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi taybetî OPCW çawa dikare were şirovekirin? Eşkere ye ku rejîma şer a AKP-MHP’ê bi vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî cesaretê distîne û ji ber ku gelê Kurdistanê di qada navneteweyî de bê îrade dihesibîne, qanûnên navneteweyî bi awayekî hovane binpê dike.”

Li ser taktîkên gerîla yên ku êrişên dewleta Tirk û taktîkên artêşa dagirker pûç dikin jî, Karayilan got, “Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li hemberî pêngava dewleta Tirk a mêtinger û qirker a ji bo jiholêrakirina pirsgirêka Kurd bi tundî li ber xwe didin. Li hemberî tesfiyekirina destketiyên gelê Kurd û li hemberî şikandina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, divê em berxwedanê geş bikin. Di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de, şêwaza gerîla ya serdema nû ya ku em li Kurdistanê bi pêş dixin, çarçoveyeke taktîkî ye ku bi armanca pûçkirina teknolojiya modern û istîxbarata serdemê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.