- Gerîlayên Kurdistanê li Gabarê bi du çalakiyan fermandara xwe şehîd Diljîn Marya Dersim bi bîr anî. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin kuştin û maşîneke zirxî jî hat îmhakirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo bibîranîna ji fermandarê herêma Gabarê Diljîn Marya Dersim çalakiyeke tolhildanê kir. Di encamê de 8 leşkerên
Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"23'ê Tebaxa 2021'ê li herêma Gabarê ya Şirnexê, di bombardûmanê de li qada Şehîd Aram yek ji fermandarên herêma Gabarê, hevrêya me Diljîn Marya Dersim şehîd bû.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Diljîn wiha ye:
- Diljîn Marya Dersim (Saniye Toprak) a li Sêrtê ji dayik bûyî, keça Latîfe û Mûstafa,23'ê Tebaxa 2021´ê li Gabarê şehîd bû."
HPG´ê ji bo şehîd Diljîn got, "Hevrêya me Diljîn sala 1999'an li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji nûnerên sekna bi rûmet a sekna Jinên Kurd a Azad li dijî komploya lanetlêbûyî.
Di çarçoveya paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk de bû şervan û lêgerînereke xurt a rastiyê. Di nava her şert û mercî de bi dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan re xwe perwerde kir, dilê xwe xurt kir û her tim bi coş bû.
Hevrêya me Diljîn bi mîsyon û wezîfeyeke mezin li xaka ku lê ji dayik bû vegeriya û li herêma Gabarê bû fermandara ku derbên giran li dagirkeran xist. Li herêma Botanê bû şopdara rêûresma lehengiyê ya ji fermandarê me yê mezin Egîd dest pê kirî û heta Adil û Gulbaharan dewam kir.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya me Diljîn û ji xelkê xwe yê Botanê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soza wê yekê didin ku têkoşîna hevrêya xwe ya nemir bi serketinê tacîdar bikin."
Li Gabarê 8 dagirker hatin kuştin
Piştî vê peyamê, HPG´ê agahiyên çalakiyên tolhildanê yên gerîlayan wiha dan: "Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê de; Artêşa Tirk a dagirker di 6’ê Îlonê de li qadên Findikê, Çiyaê Bizina û Şehîd Bahoz a herêm Gabarê ya Basaya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me dagirkerên li qada Şehîd Bahoz xistin bin kontrola xwe û di heman rojê de xwe bera nav wan dan û li dagirkeran dan. Di vê çalakiya serketî de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker di 7’ê Îlonê de ji qadê vekişiyan.
Artêşa Tirk a dagirker li qada Çiravê ya Gabarê ya li Dihê ya ser bi Sêrtê, li Girê Berxwedan û Deşta Mistoxê operasyonek daye destpêkirin. Di 7’ê Îlonê de saet di 19.00’an de hêzên me di navbera gundên Aval û Nîtê de li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî ya dagirkeran çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Wesayîta zirxî ya Kîrpî jî îmha bû. Piştî vê çalakiya serketî, dewleta Tirk a dagirker bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
Dîsa gazên jehrî bi kar anîn
Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê; 12’ê Îlonê saet di navbera 21.00 û 22.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê dagirkeran hewl da bi pêş ve biçin. Di navbera dagirkeran û Berxwedêrên Werxelê şer qewimî. Dijmin li hemberî berxwedana hêzên me nekarî bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk a dagirker 13’ê Îlonê, destê sibehê sûcekî şer kir, Qada Berxwedanê bi gazên jehrî bomberdûman kir.
Bi obus, helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat xistin.
11’ê Îlonê saet 22.45’an, dagirkeran bi obusan li gundê Banikê û qada Pîrbila ya Heftenînê xist.
12’ê Îlonê saet 23.00’an balefirên şer Girê Deştanê ya qada Sinînê ya Xakurkê bomberdûman kirin."
BEHDÎNAN