- HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên gerîla yên li Botan, Zê û Avaşînê herî kêm 16 dagirkerên din hatine kuştin û bi taktîkên cuda yên gerîlayê gerok, derbên giran li dagirkeran hatine xistin.
Tîmên gerok ên gerîlayên azadiya Kurdistanê, derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyan de 16 dagirker hatin kuştin û derb li helîkopterekê hate xistin. Dagirkerên ku derbên giran dixwin, çekên kîmyewî bi kar tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker ji payîzê û vir ve li Botanê operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh daye destpêkirin. Hêzên me bi hostetiyeke mezin beşeke zêde ya van operasyonan pûç kir. Dagirkeran herî dawîn li devera Cûdiyê, operasyon dabû destpêkirin, hêzên me yên gerîlayê gerok, bersivên xurt dan dagirkeran û derbên giran li dagirkeran xistin.
Li qadên Zê (Zap) û Avaşînê jî hêzên me bi tarza tîmên gerîlayê gerok çalakiyan li dar dixin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk dîsa wekî her carê bi çekên kîmyewî êrişan dike.
Hêzên me li Bakur û Başûr gelek çalakî li dar xistin, û bi giştî 16 dagirker kuştin, û derb li helîkopterekê xistin."
HPG´ê agahî wiha kite bi kite parve kirin: “
Li Herêma Botanê;
Li devera Cûdî, bi pêşengiya YJA Starê, ev çalakî hatin kirin.
Di 29’ê Nîsanê de li Girê Hendekê hêzên me yên YJA-Starê dijmin xistine bin kontrola xwe, saet di 15.00’an de bi awayekî koordîneyî ji du milan ve li dagirkeran xistine. Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin. Piştî çalakiyê dagirkeran dever bomberdûman kir û bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê derxistin.
Di 29’ê Nîsanê de li devera Teyrê Baz, hêzên me ketin ser şopa dagirkeran û saet di 18.00’an de tîmên me yên gerîla xwe bera nav dagirkeran dan, bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê, dagirker ketin nav panîkê gule li dora xwe reşandin. Dagirkeran êvarî bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê derxistin.
Di 30’ê Nîsanê de saet di 10.30’an de hêzên me li berpalên Teyrê Baz ji du milan ve bi sekvaniyê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine kuştin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê derxistin. Artêşa Tirk a dagirker 30’ê Nîsanê êvarê neçar ma operasyona dagirker bide sekinandin.
Di van çalakiyên bi bandor de 7 dagirker hatin kuştin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên gerok li Botanê ji bo tolhildana hevalên me yên li Zê û Avaşînê şehîd bûne, hatin lidarxistin.
Li Herêma Avaşînê;
Di 1’ê Gulanê saet 00:00’ê de dagirkerên li dora Berxwedana Serdemê ya Werxelê ji her du aliyan ve bi taktîka sekvaniyê, hemwext ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û 2 dagirker hatin kuştin.
Di 1’ê Gulanê saet 13:20’an de 3 çeperên dagirkeran ên li derdora Qada Berxwedana Werxelê bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiyê de 3 çeper hatin derbkirin.
Di 1’ê Gulanê saet 15:35’an de, dagirkeran xwest li herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê cih bigirin, hêzên me ew kirin hedef û gule li wan barandin. Dagirkerên piştî çalakiyî gavekê vekişiyan, û herêm bi dijwarî bomberdûman kirin.
Li Herêma Zê;
30’ê Nîsanê bi şev, helîkopterên ku dixwestin li ser navçeya Amediyê ya Dihokê ya di bin kontrola PDK’ê de ye bifirin û bikevin Herêma Berxwedana Serdemê ya Kurêjahro, bûn hedefa hêzên me. Di encama derbên bi bandor ên hêzên me de helîkoptereke Skorsky derb xwar û neçar ma ji deverê derkeve.
Di 30’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li herêma Berxwedan a Karkerê û 2’yê Gulanê jî çeperên şer ên Girê Berxwedan ên li herêma Şehîd Şahîn, bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. Li vir gaza kîmyewî ku bi rengê spî û bi tama tal, hat bikaranîn.
Di 1’ê Gulanê saet 10:50’î de hêzên me yên YJA Starê ji her du aliyan ve derb li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn ên herêma Berxwedana Serdemê ya Kurêjahro xist. Di encamê de dagirkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
1’ê Gulanê saet di navbera 07:15 û 11:00’an de li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên devera Berxwedana Kurêjahroyê, hêzên me bi taktîka sekvaniyê 3 caran li dagirkeran da. Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin. Heman rojê saet 14.00’an dîsa dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û dagirkerek hate kuştin.
Roja 1’ê Gulanê saet 11:15’an, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên herêma Berxwedana Karkerê, bûn hedefa hêzên me. Di encamê de dagirkerek hate kuştin.
1’ê Gulanê saet 12:20’an de dagirkerên li dora herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û dagirkerek hate kuştin.
Dinyayek bombe barandin
Di 1’ê Gulanê de deverên Girê Cûdî, Çemço û Saca yên herêma Zê bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor ve bi obusan, 11 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê danê sibehê ji qereqolên li ser xeta sînor herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê bi obusan hate bombekirin.
1’ê Gulanê saet di navbera 18.00-00.00’an de Girê Hekarî yê herêma Metîna ji aliyê qereqolên li ser xeta sînor ve bi obusan û bi balafirên şer hat bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN