Gerîla wê bi ser keve!
Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:45
- Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan, ji gerîlayên azadiyê re got; “Berxwedana gerîla siberoja gelan ronî dike, hunê teqez bi ser kevin.”
Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan, ji gerîlayên azadiyê re got; “Berxwedana gerîla siberoja gelan ronî dike, hunê teqez bi ser kevin.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî û bîlançoya şerê du mehan nirxand.
Wî got, “Dema mirov lê dimeyzîne, encamên xwe pirr girîng in. Di dîroka Şerê Gel ê Şoreşgerî de îro li Kurdistanê qonaxeke nû bi pêş dikeve. Heta niha ti şer wisa pêk nehatine.
Wan dixwest Zapê bigrin û dûvre jî yek û yek eyaletan bixînin. Feqet li hemberî Berxwedana Zapê, artêşa Tirkiyê xitimî. Çekên bi teknîka herî modern û çekên kîmyewî yên bikaranîn nebûn çare. Yekem car wisa artêşa Tirkiyeyê li Zapê xitimiye û nikane encamê bigre. Ji bo wê di planên xwe de hinek guhertin û firehbûn çêkirin. Yek; êrişa li ser Zap û Avaşînê fireh kir. Rojavayê Zapê ango Girê Cûdî, Girê FM û Girê
Hekarî jî xistin hundirê êrişên xwe. Ya didûya; him li Zapê xitimî him jî ji ber şerê li Ûkraynayê, ji bo dewleta Tirkiyê hinek derfet derketin holê. Û rejîma faşîst bi şêwazekî keysbaz xwest vê rewşê li dijî gelê Kurd bi kar bîne. Li ser vî esasî plana êrişa li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî xist rêza pêş. Ya sêyem; êrişa li Îmraliyê, tecrîd û psîkolojîk êşkencê girantir kir. Qada siyasî hîn zêde kir hedef.
Çapemeniya Kurd bi temamî kir hedef. Ango xitimandina li Zapê hişt ku wisa êrişên xwe hîn zêde berfireh bikin.
Rojava dikare ji gerîla hîn bibe
Niha li Rojavayê Kurdistanê, li ser gelê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî dewleta Tirkiyeyê topbaranê dike. Heger gelê me tecrûbeyên Gerîlayên Azadiyê yên du salan ji bo xwe bike bingeh û li gorî wê amadekariyê xwe bike, wê li wir jî dewleta Tirkiyê têk biçe û nikare weke berê dagirkerî pêş bixe, encamê bigre.
Ji Bakur heta Zê û Metîna
Li Bakûrê Kurdistan niha him li tevahî eyaletan operasyon û êriş hene, ji Botanê heta Serhedê, ji Dersimê heta Amedê, li her derê êriş û şer heye. Daristanan dibire û dişewitîne. Li hemberî vê, Gerîlayê Azadiya Kurdistan jî bêdeng nemaye. Vaye niha li Amedê, li Botanê çalakî nîşan didin ku gerîla bersivên pêwîst dikare bide dijmin. Bi taybet îlana pêngava Egîdên Botanê ya Duyem pirr bi wate ye. Em ji bo ked û berxwedana bi rûmet tevahî gerîlayên Cûdî silav dikin.
Berxwedana du mehên dawiyê li Zapê, Metîna û Avaşînê, cardin berxwedanên li deverên dîtir, eşkere kirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê encamên mezin bi dest bixin. Di vê çerçoveyê de niha berxwadana gerîla ketiye qonaxeke pirr girîng û dîrokî. Ji bo ku xitimandina li Zapê bibihurîne, dijmin êrişa xwe fireh kir. Feqet va ye sê hefte ne, li Girê Hekarî, li Girê FM û Girê Cûdî berxwedan, fedakarî û qehremanî eşkere dike ku hesabê dijmin şaş in. Em bi taybetî hevalên ev berxwedan meşandî, yên li Girê Hekarî, Girê Cûdî û Girê FM silav dikin.
Fedakarî û cesaret
Heman berxwedan li Zap û Avaşîn jî dewam dike. Silav ji bo gerîlayên, di vê serdema dîrokî de berxwedana pîroz dimeşînin! Ew berxwedan wê dahatûya gelê Kurd û dahatûya gelên herêmê zelal bike. Em dizanin ka bi çi fedakarî, bi çi zehmetî û bi çi cesaretê ew berxwedan tê meşandin. Ji bona wê, em baş dizanin û dibêjin, fedaiyên Apoyî li Kurdistanê îro di Şerê Gel ê Şoreşgerî de serdemeke nû bi pêş dixînin.
Îro tişta li Metîna, Zap û Avaşînê tê kirin, bilindbûna îrade û jêhatîbûna însan e.
Terzê fedayî-Apoyî yê li ser hîmê gerîlayê dema nû, ango Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, misogeriya serketinê ye. Gerîlayê Modernîteya Demokratîk heman demê di şer de tê wateya gerîlayê profesyonel. Em di şer de şaşî û kêmasiyan rast bibînin û bibuhurînin, li ser vî hîmî jî bi profesyonelî tevbigerin, serketin teqez wê ya me be.”
BEHDÎNAN