Artêşa Tirk ji bo ku bikeve tunelên şer ên li Werxelê, çekên kîmyewî û her rêbazê bi kar tîne, lê dîsa jî nikare berxwedana gerîlayan bişikîne. 

Berxwedana gerîlayên li qada Werxelê ya Avaşînê didome. Sê meh in berxwedana li hemberî êrişên dagirker didome. Ev berxwedan hem di tunelên şer de û hem jî li qadê didome. Qada Werxelê bûye qada ku şerê herî dirêj û tund lê pêk tê.
Leşkerên Tirk ên ku li dijî Qada Berxwedana Werxelê her cure metodên li dijî exlaq bi kar tîne û nikare ti encamê bistîne, prestîja artêşa xwe jî serûbinî hev kiriye. Artêşa Tirk a ku her cure barbariyê dike, cara pêşî ye ku li qadeke ku xwest dagir bike, wisa asê maye. Yek ji sedema asêbûna wê jî çalakiyên gerîlayên li deverê ye. Gerîla şertên cografî, hewa û teknîka dijmin pûç dikin. Di 20 rojên dawîn de çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê nîşana vê ne.

Yekîneyên gerîlayan ên ku ji destpêka êrişên dagirker ve gelek çalakî kirine, ji kamerayên xwe peyamê ji hevrêyên xwe re dişînin, îddîa û baweriya xwe nîşan didin. Gerîla derbarê dijmin di kontrola xwe de jî agahiyan didin. Dema ku gerîla van dîmenan qeyd dike jî dengê balefirên şer û obusan tê. Dema ev teqîn pêk tên gerîla ji cihê xwe jî tevnalive, peyama wan a ji bo hevrêyên wan didome: Em ê bi ser bikevin!

ANF/BEHDÎNAN