- Gerîlayan ji bo tola şehîdên Werxelê hilînin, li Zapê li devera Kela Bedewê 2 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker kirin.
Gerîlayan ji bo tola şehîdên Werxelê hilînin, li Zapê li devera Kela Bedewê 2 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zê (Zapê);
8'ê Nîsanê saet di 15:30'î de li Kela Bedewê li dijî dagirkeran ji 2 baskan ve hêzên me çalakiyeke gerîla ya koordîneyî li dar xist. Çalakî bi çekên giran hate lidarxistin û hedefên hatin diyarkirin, hatin îmhakirin.
8'ê Nîsanê saet di 19:40'î de hêzên me cara duyemîn li dagirkerên li Kela Bedewê xist û hedef hatin îmhakirin.
Herdu çalakiyên ku hêzên me li dar xistin, ji bo bibîranîna lehengên me yên nemir hatin kirin ku li Werxelê bi lehengî şer kirin, dîrok nivîsandin, lê bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin."
BEHDÎNAN