Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola gerîlayên li Botan û Amedê şehîd bûn, çalakî kirin. Di encamê de 12 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin, derb li wesayiteke zirxî û 15 çeperan hate xistin, 2 mobesse hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin:"Ji bo bidin ser şopa armancên hevrêyên me yên şehîd û bilindkirina ala wan a têkoşînê, ji bo hilanîna tola fermandara me ya fedaî ya li Amedê hevrêya me Axîn Mûş û hevrêyên pê re şehîd bûn Egîd, Rohat û Demhat, ji bo hilanîna tola hevrêyê me Rênas ê li Botanê şehîd bû gelek çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyên ku ji bo bîranîna şehîdên me hatin kirin de, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin. Her wiha derb li wesayiteke zirxî û 15 çeperan hate xistin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê kite bi kite agahî dan:

 

Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)

Di 21'ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 7 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li helîkopteran hate werdan.

22'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 3 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên derb li 4 çeperên dagirkeran hate xistin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate tine kirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakiyeke êrişê hate kirin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

21'ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate tine kirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li wesayiteke zirxî ya dagirkeran hate xistin.

 

Li herêma Metînayê

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Piştre jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

21'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, qadên Gundê Şêlazê û Gundê Bêşîlî yên herêma Metînayê 4 caran bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN