Gerîla teqemeniyên wan teqandin
Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:09

- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, di çalakiyên tolhildanê yên ji bo bibîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak de 4 dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, di çalakiyên tolhildanê yên ji bo bibîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak de 4 dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
HPG’ê got, “Ji pêşengên Berxwedana 14’ê Tîrmehê, sembola sekna mînak a dilsoziya bi doza azadiyê ya gelê me û partiya me PKK’ê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê û şoreşê mezin hevrêyê xwe Akîf Yilmaz di salvegera 40’î ya şehadeta wî de bi rêz û minet bi bîr tînin. Di encama çalakiyên tolhildanê yên hêzên me yên ji bo bibîranîna hevrê Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak de, 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn jî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombe û çekên kîmyewî, 18 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombebaran kir.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
14’ê Îlonê saet di 13:50’î de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li qada Şehîd Bahoz, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê vekişin.
14’ê Îlonê saet di 16:40’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Çemço xist. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
14’ê Îlonê saet di 23:00´yan de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.
14’ê Îlonê saet di 22:50’î de li Qada Berxwedanê ya Saca, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
Li Metînayê
14’ê Îlonê saet di 12:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xist, van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên me yên şer amade kiribûn, hatin îmhakirin.
15’ê Îlonê saet di 04:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre bi çekên giran li wan da.
BEHDÎNAN















