Gerîla di 21'ê Gulanê de balafireke keşfê ya artêşa Tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar xist xwarê. Ev balafira şirketa zavayê Erdogan ji sala 2015'an ve di şerê dijî Kurdan de gelekî tê bikaranîn.
Di êrişên dagirkeriyê de yên ji 23´yê Nîsanê ve jî ev sîleh gelekî tê bikaranîn. Di 25 rojên destpêkê yên êrişên dagirkeriyê de yek ji van dronên Bayraktar TB2 ji aliyê gerîla ve hate xistin. Li gorî agahiyan, balafir 21'ê Gulanê li herêma Zêbarî ya navçeya Akrê hate xistin. Ev der çiyayî ye û di navbera herêma Kurojehro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê de ye.
Gerîla ji ber sedemên ewlekariyê eşkere nakin ka bi kîjan rêbazê ev balafir xistine. Hêzên gerîla gelek caran bi çekên giran derb li helîkopterên artêşa Tirk xistin û ev agahî beriya niha li nava raya giştî hatin parvekirin. Çalakbûna Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal û rewşa balafira hatiye xistin, nîşan didin ku ev TB2 bi rêbazên cuda hatiye xistin. Lê HPG'ê heta niha li ser vê yekê daxuyaniyeke fermî nedaye.
ANF/BEHDÎNAN