Gerîla sereqet li dijmin dixe

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:18

  • Dewleta Tirk a dagirker, çekên kîmyewî jî di nav de tevî ku bi hêza xwe hemûyî êriş dike, nikare bi gerîla. Li Avaşîn û Zê (Zapê) di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. 

Dewleta Tirk a dagirker, çekên kîmyewî jî di nav de tevî ku bi hêza xwe hemûyî êriş dike, nikare bi gerîla. Li Avaşîn û Zê (Zapê) di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser çalakiyan wiha kite bi kite dan: "Li Avaşînê:

4'ê Gulanê saet di 08:30'î de li dijî dagirkerên li devera berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sekvaniyê çalakî kir. Di encamê de dagirkerek hate kuştin.

4'ê Gulanê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li qada berxwedanê ya Werxelê bikin, hêzên me saet di 13:00´an de bi sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

4'ê Gulanê saet di 15:00 û 15:20'î de hêzên me li dagirkerên li qada berxwedanê ya Werxelê xist. Di encama çalakiyan de dagirkerekî ku çeka A-4 bi kar dianî bi sekvaniyê hate kuştin.

4'ê Gulanê saet di navbera 13:00-21:25'an de qada berxwedanê ya Werxelê ji aliyê helîkopterên êrişê yên artêşa Tirk a dagirker ve û bi çekên kîmyewî hate bombekirin.

Li Zê (Zapê):

4'ê Gulanê saet di 17:10'an de li qada berxwedanê ya Kurêjahro, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn xist. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Gulanê saet di 11:10'an de li qada berxwedanê ya Çiyareş li dijî dagirkerên ku dixwestin ji Girê Şehîd Sorxwîn biçin Girê Şehîd Kûrtay, ji sê baskan ve bi hemwextî bi sekvaniyê çalakî hatin kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

3 û 4'ê Gulanê li hemberî çeperên me yên şer ên li qadên berxwedanê yên Kurojêhro û Şehîd Şahîn artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûman kir.“

HPG´ê da zanîn ku 4´ê Gulanê Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber hatine bombekirin, lê di van êrişên daimî de, zirar li hêzên wan nebûye.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.