Gerîla salvegera PKK’ê silav kir
În 29 Mijdar 2024 - 02:55
HPG'ê ragihand ku di encama çalakiyên silavkirina 27'ê Mijdarê de 3 dagirker hatin kuştin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî eşkere kirin:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
25'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
26'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Metînayê
26'ê Mijdarê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên navbera Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Dergelê hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.
Sibeha 26'ê Mijdarê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Li Herêma Xakurkê
24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
27'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
25'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Di navbera 24-27'ê Mijdarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Qele, Goşînê, Lolan, Kendekola, Sinînê 9 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Nehlê, Zêvkê, girê Zengilê, Deşta Kafya, Mesken, Dêreşê 16 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metînayê 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 34 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."
BEHDÎNAN