Gerîla roja fedayîtiyê silav kir 5 dagirker hatin kuştin

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 02:55

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li herêma Xakurkê

22'ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman tevgerek hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin. Saet di 14:30'î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê hate lidarxistin.

23'ê Hezîranê saet di 23:30'î de li Qada Şehîd Qehreman bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Metînayê

23'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Hezîranê saet di 21:00 de bi çekên nîv otomatîk dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan. Piştî destwerdana hêzên me yên YJA Starê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

24'ê Hezîranê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, konteynirek hate îmhakirin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê

24'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke dagirkeran a bombebarkirî bi çekên ferdî hate îmhakirin.

24'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

24'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23 û 24'ê Hezîranê li herêma Garê qada Girê Reşît 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.