- HPG´ê da zanîn ku gerîlayên Kurdistanê pêla yekê ya êrişên dagirkeriyê li dijî Zê û Avaşînê şikandine, 28 dagirker kuştine û derb li 2 helîkopterên êrişê dane.
Artêşa Tirk a dagirker ji bejê û hewayê ve li Avaşîn û Zê dest bi êrişê kir. HPG'ê got, heta niha di çalakiyan de 28 dagirker hatine kuştin, 9 dagirker birîndar bûne, derb li 2 helîkopterên êrişê hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîla daxuyaniyek da û got, "Artêşa Tirk a dagirker bi mehan e ji bejahî û hewayî ve bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Van rojên dawiyê bombardûman giran kir û bi taybetî li herêmên Avaşîn û Zê (Zap) di 14 û 17'ê Nîsanê de êriş zêde kirin. Êvara 17'ê Nîsanê jî artêşa Tirk êrişeke dagirkeriyê bire ser herêmên Avaşîn û Zapê. Li gorî vê yekê, li herêma Avaşînê;
17'ê Nîsanê saet di 19:00´an de dagirkeran 8 caran bi helîkopteran xwe li qada Werxelê ya li herêma Avaşînê danî. Di heman demê de helîkopterên êrişê bombardûmaneke giran li vê deverê kirin. Hêzên me jî bi çekên giran dest li vê hewldana dagirkeran werda. Hêzên me her wiha bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Dagirkerên ku derb xwarin bi helîkopteran careke din xwe danîn gundê Werxelê û mirî û birîndarên xwe birin.
Piştî nîvê şevê saet di 01:30'î (18´ê Nîsana 2022´ayn) de gerîla bi çekên ferdî û nîvotomatîk, dest werda dagirkerên ku dixwestin li girê Werxelê bi cih bibin. Li vê derê 2 dagirker hatin kuştin. Balafirên şer jî saet di 02:45'an de bombe li vê deverê barandin. Saet di 03:10'an de li devera Werxelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin gava ku wan hewl dida xwe li devera Werxelê deynin. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin kuştin.
Saet di 03:40'î de li dijî komeke dagirkeran a hewl dida li devera Werxelê bikeve çeperê, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Dijmin piştî vê çalakiyê neçar ma ku qedemeyekê xwe vekişîne.
Ber destê sibehê saet di 04:20’an de careke din derb li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li devera Werxelê bi cih bibin û dijmin neçar ma qedemeyekê vekişe. Saet di 05:00´an de dagirkerek bi sûîqestê hate kuştin. Îro (doh) saet di 09:40'î de li girê Werxelê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî û di dema amadekirina daxuyaniyê de hîna jî şer dewam dikir.
YJA Starê 7 dagirker kuştin
Li herêma Zê; Artêşa Tirk a dagirker ji 14'ê Nîsanê heta 17'ê Nîsanê bi balafirên şer û obusan bombardûmaneke giran li qadên Kurojahro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş kirin. 17'ê Nîsanê dagirkeran bi helîkopterên êrişê û droneyan li vê deverê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.
Dagirkeran ji sînorê Bakurê Kurdistanê qadên Çiyayê Reş, Ertûş û Şikefta Birîndaran ên herêma Zapê û qada Werxelê jî bi helîkopteran bombe kir. Bi helîkopterên Skorsky jî hewl da hêzên xwe li deverê deyne. Hêzên me dest li helîkopteran werda û gelek helîkopterên dijmin bêyî ku karibin hêzên xwe deynin, neçar man vekişin. Li devera Girê Şehîd Şahîn, hêzên me derb li helîkopterekê xistin ku hewl dida hêzên xwe li deverê deyne.
Helîkopterên êrişê yên artêşa Tirk a dagirker û helîkopterên Skorsky ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bi hewa ketin û di ser deverên Barmenê, Amediyê û Dêrelokê yên di bin kontrola PDK'ê de firiyan û êrişî devera Kurêjahro kirin. Helîkopterên ku xwestin hêzên xwe li devera Kurêjaro deynin li destwerdana hêzên me rast hatin û nekarîn hêzên xwe li qadê deynin. Dagirkeran li qada Kurjahro karîbûn carekê hêzên xwe li Girê Şehîd Amargî deynin. Li vê derê jî hêzên me yên YJA Starê hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe û bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin. Li heman cihî bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin û 4 dagirker hatin kuştin.
Hêzên me yên YJA Starê di herdu çalakiyan de 7 dagirker kuştin.
Rola PDK´ê di dagirkeriyê de
Helîkopterên artêşa Tirk li ser devera Kurêjahro ya li pişt herêma Zapê ye, digerin. Dema ku helîkopter ji nav sînorên Başûrê Kurdistanê difirin û hewl didin vê derê dagir bikin, yanî PDK’ê vê pîlana êrişê pesend dike û rê li ber vedike. Heke PDK’ê destûr û piştgirî nedana vê dagirkeriyê artêşa Tirk, wê nekaribû ji pişt ve li gerîlayan bide. Di heman demê de hêzên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha Sîrê ya di bin kontrola hêzên PDK’ê de ya li navçeya Şêladizê bi rê ketine û ji bejahiyê ve hewl didin li devera Kurêjahro bi cih bibin. Hêzên me li van hêzan dan û pêşveçûna wan dane sekinandin. Li gorî çavdêriyan, hêzên PDK’ê bi şev ber bi xeta Dêrelo, Şêladizê û Barzanê ketine tevgerê.
Li Kevirêkun kun bûn
Dagirkeran saet di 21.00’an de du caran xwest bi helîkopteran hêzên xwe deynin devera Kevirêkun a li devera Şikefta Birîndara. Hêzên me dora van dagirkeran girt û bi xurtî li dagirkeran da. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 5 dagirker hatin kuştin. Dagirkeran nekarî li vir bi cih bibin û vekişiyan Kaniya Skorsky. Dagirkeran hewl da saet di 22.00’an de bi pêş ve biçin, hêzên me dîsa li dagirkeran da. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatin kuştin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Piştî van çalakiyan devera Şikefta Birîndaran 4 caran bi balefiran hat bomberdûmankirin. Ji [doh] ber destê sibehê ve jî li devera Şikefta Birîndara hêzên me li helîkopterên êrişê dane û helîkopter neçar mane, ji deverê vekişin.
Dema artêşa Tirk a dagirker hewl da leşkerên xwe bi helîkopterê deyne devera Werxelê ya Zê, hêzên me li helîkopterê da.
Dagirkeran dema hewl da li ser xeta Çiyareş bi pêş ve biçin du caran bi taktîka sabotajê bûne hedef. Dagirker neçar man ji vir vekişin.
Agahiyên zêdetir wê piştre werin belavkirin.
Dema 2 helîkopterên êrişê hewl dan têkevin devera Çemçoyê hêzên me li helîkopteran da. Helîkoptereke êrişî derbeke giran xwar û neçar ma vekişe.
Destê sibehê jî helîkopter ji ser xeta Bamernê, Amêdiyê û Dêrelokê xwestin êrişî Kurêjahro bikin, hêzên me li van helîkopteran jî da. 2 helîkopterên êrişê û helîkoptereke Skorsky neçar man ji deverê vekişin.
Di 4 rojên dawî de qadên me 147 caran bi balefirên şer û ji bejahiyê ve jî gelek caran bi obusan hatin bomberdûmankirin. Droneyên bi çek û balefirên şer hê jî li ser herêmên me digerin. Hêzên me bi ruhekî fedaî pêla êrişa yekemîn a li hemberî Avaşîn û Zê şikandin. Heta niha 28 dagirker hatine kuştin, 9 dagirker hatin birîndarkirin û derb li 2 helîkopterên êrişê hatin xistin.”
Gerîla li Zê 4 dagirkerên din kuştin
Piştî daxuyaniya berfireh a HPG´ê, doh berêvarê daxuyaniyeke duyem a HPG´ê da zanîn ku li devera Karker 17´ê Nîsanê dagirkeran nekarî bikevin deverê. 18´ê Nîsanî jî, li devera Girê Şehîd Ciwan gerîla ketiye nav hêzên dijmin û 3 dagirker kuştine. Li heman deverê gerîlayan bi sekvaniyê jî dagirkerek kuşt.
BEHDÎNAN