Gerîla nehişt li Girê FM deynin

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:33

  • Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyên vê dawiyê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin, derb li helîkopterekê hate xistin. 

Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyên vê dawiyê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin, derb li helîkopterekê hate xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Li qadên berxwedanê, tîmê me yên bi tevger bi hunerekî xurt ê ji gelek taktîkan, bênavber derbê li dagirkeran dixin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 12 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek hate îmhakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Dagirkeran li pêşiya tunelên şer agirê ji dûyê bi jehr vêxistin û hewl dan berdin nava tunelan û 2 caran jî bi teqemeniyan bombe kirin. Her wiha 7 caran bi balafiran, 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombe kirin."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

Li Zê (Zapê)

18'ê Hezîranê saet di 16:00´an de li Qada Berxwedanê ya Karker, li hemberî dagirkerên dixwestin bi teqemeniyan bombe li tunelên şer bibarînin, çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Li Metînayê

18'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê Girê Cûdî dagirkeran hewl da li Girê Şehîd Çekdar bi cih bibin. Saet di 07:30'î de bi sekvaniyê hêzên me li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir. Saet di 13:15'an û 13:30'î de bi sekvaniyê li ser hev li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirker gavekê vekîşiyan. Di heman demê de saet di 13:30'î de li Girê Şehîd Şîlan bi sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin. Piştre jî li çepera dagirkeran hate xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de hatin cezakirin

18'ê Hezîranê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

18'ê Hezîranê saet di 22:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, helîkopteran hewl da dagirkeran li qadê deynin û hêzên me li wan da. Li vir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Helîkoptereke êrişê ku dixwest dest li tîmên me yên bi tevger werde, derb xwar û neçar ma ji qadê biçe.

BEHDÎNAN

 

 

Dagirker li Zê wenda bûn

Li gorî cerdevanekî tevlî şerê li Zê bûbû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotiye; “Hinek leşkerên li herêmê hatibûn danîn, winda ne.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bihevkariya PDK’ê yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Gerîlayên azadiyê rojane derbên giran li dagirkeran didin û nahêlin bigihîjin mexseda xwe.

Cerdevanekî ji navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê, beriya mehekê şandine Zê. Ew dibêje, di êrişên dagirkeriyê artîşa Tirk heta niha hîç bi pêş nektiye û behsa wendabûna hin leşkerên dagirkeriyê dike: “Me nedikarî bilivin, me tenê temaşe dikir. Herî dawî bi Skorskiyan gelek çawişên pispor û leşker şandin deverê. Dewletê got, ‘kes li vir nîne’ bi rehetî  leşkerên xwe danîn. Lê çawa ku leşker danîn, jinên PKK’yî dor li wan girt. Leşkeran ji tirsan nezanî dê bi kîjan alî ve biçin. Pirraniya leşkerên li deverê danîn, winda ne. Kes nizane ka PKK’ê ew sax girtin yan jî leşker li herêmê winda bûn."

Tilîliyan leşker tirsandin

Heman cerdevan gava behsa leşkeran ji gerîlayên YJA Starê jî dike, dibêje: “Jin beriya ku bikevin şer dilîlînin. Me li wê derê du caran dengê lîrandinê bihîst. Cara ewil dema şer dikin û cara din jî dema bi serketî vedikişin. Van tilîliyan leşker gelekî ditirsandin. Li Zapê dengê tilîliyan bilind dibû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.