Gerîla nehişt helîkopter bombe bikin

Duşem 26 Îlon 2022 - 01:19

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 2 dagirker hatine kuştin. Gerîlayan her wiha derb li helîkopetereke dagirkeran jî xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Di heman demê de derb li helîkoptereke êrişê hat xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 12 caran bi teqemenî, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 6 caran bi balafirên şer, 37 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir. Artêşa Tirk a dagirker her wiha bi kepçeyan hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

 

Li Zê (Zapê)

24'ê Îlonê saet di 19:45'an de helîkopterên êrişên hewl dan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Saca bibarînin. Tîmên me yên bi tevger bi xurtî dest li wan werda û derb li helîkoptereke êrişê xistin. Helîkopter neçar man ji qadê biçin.

24'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Çemçoyê, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran xist. Van dagirkeran dixwest bikevin çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. heman rojê nîvrojê, dagirkeran careke din hewl da bi pêş ve biçin. Hêzên me bi çekên ferdî û bombeyan careke din li dagirkeran da û herî kêm dagirkerek ceza kirin.

 

Li Metînayê

24'ê Îlonê saet di 18:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek birîndar kir.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.