Gerîla navên leşkeran eşkere dike

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:35

Navên leşkerên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatin kuştin, hatin eşkerekirin û dîmenê kel û pelên wan hate weşandin. Dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed di Gerîla TV de weke sê beş hatibûn weşandin. Gerîlayan gelek çek û malzemeyên leşkerî yên ku li ser cenazeyên leşkerên Tirk rakiribûn, weşandin û derket holê ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre. Çente û amûrên aîdê hin leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, vê rastiyê piştrast dikin. Gerîlayên ku çenteyên aîdê leşkerên bi navê Samet Kûlaç, Mûstafa Akalp, Îsmaîl Yilmaz û Mucahît Gokyer desteser kirin, diyar dikin ku mirina van leşkeran tê veşartin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.