Gerîla li Zê 3 dagirker kuştin

În 13 Gulan 2022 - 21:33

  • HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. 

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên ku di 11 û 12'ê Gulanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker got, "Li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li Zê û Avaşînê çekên kîmyewî û teqemeniyan li hemberî qadên berxwedanê bi kar tîne, çalakiyên hêzên me dewam dikin."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa van çalakiyan kir:

Li herêma Avaşînê

12’ê Gulanê saet di 13:20'î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê bi sabotajê li dagirkeran xist. Heman rojê saet di

15:10 û 15:30'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkeran da. Piştî çalakiyên hêzên me, dagirkeran 5 caran bi teqemeniyan bombe li çeperên şer barandin û piştre gavekê paşve kişiyan.

Li herêma Zê (Zapê)

11’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro, li dijî dagirkerên ku dixwestin êrişî çeperên şer ên Girê Şehîd Tolhildan bikin, hêzên me çalakî kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker astekê vekişiyan.

12’ê Gulanê saet di 11:40'î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê yê li Qada Berxwedanê ya Karker bi bi çalakiyeke sekvanî dagirkerek hate kuştin.

12’ê Gulanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin, hêzên me bi çekên giran çalakî kir. Hêzên me her wiha li droneyên li ser deverê xist. 

12’ê Gulanê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, li dijî dagirkerên dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Sorxwîn ve biçin, hêzên me çalakî kir û dagirkerek kuşt. Dagirkeran piştî vê çalakiyê bombe li qadê barandin û qedemeyekê vekişiyan.

12’ê Gulanê saet di 15:30'î de hêzên me bi çekên giran li çeperekî dagirkeran ê li dora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro da. Di çalakiyê de çeper hate rûxandin û dagirkerek hate kuştin.

12’ê Gulanê saet di 14:30'î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kir. Bi rengekî serketî li hedefên diyarkirî hate xistin.

11’ê Gulanê saet di 13:30'î de li qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn, hêzên me li dagirkeran da ku dixwestin êrişî çeperên şer bikin. Di encama derbên giran de dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

12’ê Gulanê bi şev li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, li hemberî çeperên şer ên li Girê Şehîd Berxwedan bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûmaneke giran hate kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.