Gerîla li Zapê li dagirkeran xist

Duşem 19 Kanûn 2022 - 00:40

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li herêma Zê (Zapê) li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Biqasî ku hate tesbîtkirin, dagirkerek hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de tê gotin; "Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

HPG’ê derbarê berfirehiya çalakiyên gerîlayan de got;

 

Li Zê (Zapê)

17'ê Kanûnê saet di 11:15'an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li herêma Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Kanûnê saet di 13:30 û 15:30'î de li nêzî gundê Sîda yê ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkrean xistin.

 

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

17'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

17'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.