Gerîla li Zap û Xakurkê li dagirkeran da

În 6 Çile 2023 - 00:16

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Tîmên me yên bi tevger li Zap û Xakurkê derb li dagirkeran dan. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Çileyê ji saet 13:00 heta nîvê şevê, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi helîkopteran, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kir."

 

Li herêma Zê (Zapê)

4'ê Çileyê danê nîvro, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin.

 

Li herêma Xakurkê

4'ê Çileyê saet di 16:30'î li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

4'ê Çileyê ji saet 13:00 heta nîvê şevê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.